Cenazeyê şehîd Salih Muslim li Qamişloyê hat pêşwazîkirin

Xelkên Rojavayê Kurdistanê Cenazeyê endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim pêşwazîkirin. Her wiha li bajarê Kobanê konê şîna şehîd Salih Muslim hat danîn. Bi sedan kes herikîn bin kon û sersaxî dan malbatê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro cenazeyê siyasetmedarê Kurd Salih Muslim gihîşt Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişloyê bi marasîmeke girseyî hat pêşwazîkirin.

Di danê nîvrojê de cenaze ji Başûrê Kurdistanê gihîşt deriyê Sînor ê Sêmalka.

Li wir Gelek kes ji partiyên Siyasî û Siyasetmedar, gelê herêmê cenazeyê Salih Muslim pêşwazî kir.

Hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso di merasîma pêşwazîkirina cenazeyê şehîd Salih Muslim de got ku Salih Muslim jiyana xwe ji bo xizmeta doza kurdî û parastina nirxên jiyana hevbeş, diyaloga di navbera pêkhateyan de veqetandibû û hevrêyên wî wê têkoşîna wî bidomînin.

Karwanê cenazeyê li benda kontorlê ya Nimetlî ya li deriyê Rojhilat ê têketina bajarê Qamişloyê  ji aliyê bi sedan şêniyan, endamên saziyan û partiyên siyasî ve hat pêşwazîkirin.

Girseyê bi hildana wêneyên şehîd Salih Muslim, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û PYD'ê pêşwaziya cenazeyê kir.

 

Li Kobanê koma şîna Salih Muslim hat danîn

 

Ji aliyekî din ve, ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û hevserokê berê yê partiyê Salih Muslim, konê sersaxiyê li Qada Azadîyê yê bajarê Kobanê hat vedan.

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, endamên rêveberiya Kobanê, partiyên siyasî û rêxistinên jinan danê sibehê berê xwe da bin konê sersaxiyê yê ji bo taziyeya şehîd Salih Muslim hatiye vedan û sersaxî ji malbata wî re xwest.

Dê sersaxî heta 2 rojan bidome.

Sibe wê li bajarê Qamişloyê merasîma oxirkirinê were lidarxistin û piştre wê cinazeyê Salih Muslim ber bi Kobanê ve were rêkirin.

Cenazeyê şehîd Salih Muslim wê li Pakrewangehga Şehîd Dicle Kobanê were oxirkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye