Kedkarê çapemeniya azad, dîrektorê ajansa ANF'ê Osman Kiliç li bajarê Tiel ê Hollandayê jiyana xwe ji dest da.
Osman Kiliç ji demeke dirêj ve li Holandayê dihat dermankirin, ji ber nexwaşiya penceşêrê, îro koça dawî kir.
Dîrektorê ajansa ANF'ê Osman Kiliç ku ji salên 1990'î û vir ve, di nava karên çapemeniya azad de bû.
Kiliç zêdeyî du salan ji penceşêra pişikê dihat dermankirin.
Osman Kiliç ku sala 1968'an li nava malbateke welatparêz a navçeya Misriç a bajarê Sêrtê ji dayik bû, di temenê ciwantiya xwe de neçar ma ku koçî Holandayê bibe.
Kedkarê çapemeniya azad li Ewropayê têkilî bi derdorên welatparêz re danî û li vê derê tevlî kar bû.
Di nava salên 1990'î de beşdarî karên Çapemeniya Azad bû.
Osman Kiliç li her qada karên çapemeniyê kedeke mezin da û li saziyên dîrokî Med TV, Medya TV di asta damezrandin û rêveberiyê de cih digirt.
Kiliç wezîfeya dîrektoriya ajansa ANF'ê jî kiribû.
Kiliç ku ji Sibata 2024'an û vir ve ji ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê tedawî didît, di heman demê de karê xwe jî berdewam dikir.
Ji ber ku rewşa wî giran bû, ew rakirin nexweşxaneyeke li bajarê Tielê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku têkildarî bernameya cenazeyê ya şehîdê çapemeniya azad Osman Kiliç, wê piştre daxuyanî bê dayîn.