Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û rêveberên Zanîngeha Rojava, Şandeyeke Zanîngeha Firatê ya bi serokatiya Munîr El Arûd pêşwazî kir.
Li gorî ofîsa ragihandinê ya parêzgar, serokê Zanîngeha Firatê Munîr Al Arûd, Nuredîn Ehmed pîroz kir.
Her wiha li ser rewşa zanîngehên Rojava û Firatê nîqaş kirin.
Li gorî çavkaniyeke ku ji hevdîtinê agahdar e, li ser entegrekirina saziyan ji bo pêşxistina performansa akademîk, zêdekirina derfetên ji bo lêkolînên zanistî û perwerdeya zanîngehê, nîqaş hatine kirin.