Name ji aliyê Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi amadebûna koordîneya Meclisa Rûspiyan a Hesekê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Îslama Demokratîk hat radeskirin.
Êlên Ereb daxuyakirin ku name, bangeke durist a aştiyê, jiyana hevbeş û xurtkirina biratiyê di navbera pêkhateyan de ye.
Êlên Ereb dan zanîn ku ew bi QSD`ê re ne û her tim wê piştgiriyê bidinê.
Ji aliyê xwe ve jî, şandeyê tekez kir ku divê ev peyam bigihêje tevahî êlên ereb û diyar kirin ku rola wan di parastina ewlehî û aştiyê de, gelekî girîng e.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nameya xwe de,got ku divê yekitiya kurd û ereban li ser bingeha netewa demokratîk were avakirin.