QSD’ê îdiayên şerê li gundewarê Helebê vala derxistin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê li ser îdiayên ku dibêjin li gundê Til Maiz ê rojhilatê Helebê di navbera hêzên wan û komên girêdayî Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de şer derketiye, daxuyaniyek belav kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku îdiayên ku dibêjin li gundê Til Maiz ê gundewarê rojhilatê Helebê di navbera hêzên me û komên girêdayî Hikumeta Şamê de şer derketiye, ne rast in û got: "Em piştrast dikin ku ev îdia ji rastiyê dûr in."

 

Navenda Ragihandinê diyar kir ku pirsgirêkên ku li wê derê rû didin, pirsgirêkên navxweyî yên dûbarê yên li ser serweriyê ne ku di navbera komên girêdayî Hikumeta Şamê de derdikevin û wiha lê zêde kir: "Ev bûyer di ragihandinê de hat mezinkirin û berevajîkirin û wekî pevçûn li dijî hêzên me hat îdiakirin."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24