Nûnerên Rêveberiya Xweser û Hikumeta Veguhêz li Helebê civiyan

Nûnerên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Suriyê û Hikumeta veguhêz a Sûriyê li Helebê di derbarê pêknîna bendên peymana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de civiyan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Civîn bi armanca kêmkirina rageşiya li Helebê û pêknîna bendên peymana 1`ê Nîsanê ya di derbarê her du taxên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de hate gotûbêjkirin.

Li gorî agahiyên ajansê nûnerên Rêveberiya xweser, Fermandarên QSD`ê û hejmarek rayedarên hikumeta veguhêz tevlî civînê bûne.

Hat eşkere kirin ku di civînê de, aloziya vê dawiyê li Helebê rû daye, tevgera hêzên hikumeta veguhêz a li derdora taxên Şêxmeqsûd û eşrefiyê û mekanîzmaya ji bo pêkanîna peymana 1`ê Nîsanê avakirina komîteyê hat nîqaşkirin.

Her du aliyan li ser rawestandina rageşî û tevgera leşkerî ya hêzên hikumetê li derdora her du taxan û lidarxistina civînan di navbera komîteyên têkildar ên her du aliyan de li hev kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye