Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Parêzgeha Hesekê li ser malpera xwe ya Facebookê diyar kir ku îro li ser rêya navdewletî ya gundewarê Hesekê qezayeke trafîkê ya xeternak qewimî.
Rêveberiyê da zanîn ku tankereke sotemeniyê li erebeyeke rêwiyan qelibî.
Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 13 birîndar bûn.
Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ji ajokaran xwest ku pabendî rêziknameyên trafîkê bin.
Rêveberiyê diyar kir ku derbasbûna nerast û leza zêde sedemên sereke yên qezayên giran in.