Sîpan Hemo: Taxên Helebê wê bibin keleha berxwedanê

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sîpan Hemo diyar kir ku hişyariya gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, yekîtî û berxwedana wan dê tevahî plan û gefan têk bibin, dê ew tax wek keleha berxwedanê bimînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Sîpan Hemo têkildarî êrîşên ji duh ve li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê tên kirin ku di encamê de 7 kes şehîd bûn û 52 welatî birîndar bûn, axivî.

Di daxuyaniya ku li malpera QSDˊê hatiye parvekirin de Sîpan Hemo diyar kir ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sembola berxwedanê ne, gelê wan taxan zêdetirî 15 salan rûbirûyî tevahî şêweyên êriş, dorpêçan e, bi tax û malên xwe ve girêdayî man, ji bo parastina rûmet û ewlehiyê hevgirtî bûn.

Sîpan Hemo da zanîn ku hişyariya gel, yekitî û berxwedana wan wê bingeha têkbirina tevahî plan û gefan bimînin û dê ev tax keleha berxwedanê bimînin û neyên şikandin.

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sîpan Hemo anî ziman ku berxwedan û serhildana gel dê bi vîna sabît parastina xak, mirovahî û rûmetê berdewam bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye