Êrîşên Komên Hikûmeta Veguhêz li Kastêlo hat têk birin

Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kirin wan êrîşa çeteyan a ji bo ketina taxan, têk biriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Ewlekariyê derbarê êrîşên komên çete yên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ku li ser herdu taxan dom dike de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komên çeteya saed derdora 15.00'an de bi tangan êrişî Girê Kastelo kiriye û hewl dane derbasî herêmê bibin. Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê bersiva tund daye û êriş têk biriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku çeteyan gelek windahî dane û paşde reviyane.

Di heman demê de li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li taxa Benî Zêd tangek çekdarên Hikûmeta Veguhêz ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundîrin ve hat rûxandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye