Li Ranyayê xwendekaran daxwaza dirêjkirina dema ezmûnan kir

Xwendekarên pola 12'an a amadeyî yên li navçeya Ranyayê ya Başûrê Kurdistanê, li ber navenda Rêveberiya Perwerdeyê çalakiyeke nerazîbûnê li dar xist. Xwendekaran daxwaza dirêjkirina dema ezmûnan kir û wiha got: "Hikûmet bi biryarên siyasî çarenûsa xwendekaran dixe metirsiyê."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro li navçeya Ranyayê ya Başûrê Kurdistanê, xwendekarên pola 12’an a amadeyî, li ber navenda Rêveberiya Perwerdeyê ya Ranyayê, li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Li ser navê xwendekaran Şad Dilşad ragihand ku ji ber aloziyên herêmê û şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, wezareta perwerde û xwendina bilind zêdetirî 40 rojî deriyên dibistanan girt.

Şad Dilşad got ku niha tenê 10 rojan ezmûn paş xistine ku ev yek ji bo qedandina wê bernameya zêde ya mayî têrê nake.

Şad Dilşad diyar kir ku vê biryarê fikar û zextên derûnî yên zêde li ser xwendekaran çêkiriye û wiha got:

"Em daxwaz dikin ku dema ezmûnan 10 rojên din jî bê dirêjkirin, da ku em bikaribin xwe ji ezmûnan re amade bikin.

Di heman demê de, xwendekaran daxwaz kir ku bila êdî çarenûsa wan nebe qurbana biryarên siyasî û bersiva daxwazên wan bê dayîn, da ku dawî li fikarên hemû xwendekaran bê."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye