Şaxa Egîtîm Sena Sêrtê tundiya li ser mamosteyan şermezar kir

Şaxa Egîtîm-Sen a Sêrtê li dijî tundiya ku li dibistanan li dijî mamosteyan tê kirin, daxuyanî da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şaxa Egîtîm-Sen a Sêrtê, li dijî tundiya ku li dibistanan li dijî mamosteyan tê kirin, daxuyanî da û got:

 

“Daxwaza lêpirsîna îdarî ya ku me li dijî şêwaza rêveberî û zexta sîstematîk a Dibistana Serlêdana Perwerdehiya Taybet a Sêrtê li dijî mamosteyan kir, mixabin ji aliyê lijneya Teftişê ve bê encam hat hiştin.”

 

Şaxa Egîtîm-Sen a Sêrtê, ji bo şermezarkirina kiryar, tundî û gotinên zayendî yên ku midûrê Dibistana Serlêdana Perwerdehiya Taybet a Sêrtê li dijî memosteyên jin û şagirtan kiribû, li pêşiya avahiya Navenda Perwerdehiya Miduriyeta Sêrtê daxuyanî da.

 

Gelek mamoste û endamên Egîtîm-Senê, Şaxa ÎHD a Sêrtê, rêvereberên DEM Partiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

 

Sekreterê Giştî yê Egîtîm-Senê Zulkuf Uçar, beriya daxuyaniyê axivî.

 

Uçar, bang li rayedaran kir û got:

 

“Berprisyarê van kiryarên ku li dibistanan têne kirin rayedarên dewletê bi xwe ne û divê mudaxeleyê van pirsgirêkan bê kirin.

 

Divê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî êdî ew jî ji vê rewşa bêdengiyê derxin û li dijî van kiryaran bibin bersiv û careke din neyên jiyîn.

 

Em careke din li vir bang dikin ku êdî kiryarên wisa li dibistanan neyên jiyîn.”

 

Metna daxuyaniyê jî ji aliyê rêveberê Şaxa Egîtîm-Sen a Sêrtê Suleyman Aksal ve hate xwendin.

 

Aksal, diyar kir serlêdana wan a li dijî midûrê dibistanê bêencam maye û wiha got:

 

“Di dosyaya lêpirsînê de endamên Lijneya Teftişê raporên li gorî midûrê dibistanê amade kirine.

 

Kesê ku dosyaya wî bi vî rengî hat paqijkirin, hat xelatkirin û wekî midûrê heman dibistanê hat tayînkirin.”

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye