Li Rojavayê Kurdistanê ji nû ve bicihbûna hêzên ewlekariyê didome

Di çarçoveya peymana ku 29`ê Çileyê ya ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Demkî ya Şamê de pêk hatibû de, her du aliyan ji nû ve di cihên ku ji bo wan hatine diyarkirin de, bi cih dibin. Lê tevî peymanê jî hîna Hêzên Hikûmeta Demkî ya Şamê, ji hin cihên li Herêma Cizîrê û Kobanê venekşiyane.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 29`ê çileyê de di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Demkî ya Şamê de, peymanek pêk hatibû û di 30`ê Çileyê de ev peyman hat eşkerekirin.

 

 

Di çarçoveya pêkanîna bendên peymanê de, di 2`yê Sibatê de şandeyên Şam û Rojava li Cizîr û Kobanê hevdîtin kirin.

 

Di hevdîtinan de, herdu alî, li ser qadên leşkerî û ewlekariyê rawestiyan.

 

Têkildarî hevdîtinan, ji 10’ê Sibatê ve, li herêma Cezîrê û Kobanê hêzên leşkerî û hêzên Ewlekariya Hundirîn di cihên ku ji bo wan hatine diyarkirin de bi cih dibin.

 

Li gorî Peymanê, Hêzên Hikûmeta Demkî ya Şamê, ji hinek xalên ku li Herêma Cizîrê û Kobanê têde bi cih bibûn vekşiyan cihên ku ji bo wan hatine diyarkirin.

 

Heta niha li hin cihên Hesekê, Qamîşlo, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa û herêmên Şêxlêr ên Kobanê ji nû ve bicihkirin pêk hatiye.

 

Lê tevî vê yekê jî, hîna cihên weke Til Koçer, Til Hemîs, Holê û her wiha li aliyê Kobanê li deverên weke Çelebiyê û Sirînê Hêzên Hikûmeta Demkî ya Şamê venekişiyane û ew dever devrî hêzên asayîşê û QSD'ê nekirine.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye