Îro li Mexmûrê, Başûrê Kurdistanê merasîma bîranîna siyasetmedarê Kurd Salih Muslim, hat lidarxistin.
Têkoşer, pêşeng û siyasetmedarê Kurd Salih Muslim ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan ve, bi tevlîbûna sedan ji şêniyên wargeha Penaberan a Şehdî Rustem Cûdî a Mexmûrê, hate bibîranîn.
Di merasîmê de, li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan ve, Mamoste Hisên Kara axivî.
Hisên Kara sersaxî ji malbat û gelê Kurd re xwast û wiha got:
"Bi sedan pêşeng û rêber di vê heyvê de, gihîştine şehadetê.
Ev heyv hem bi şahî û hem jî bi xemgîniyên xwe tijene.
Mixabin, me di vê heyvê de kesayetek wek Salih Muslim oxir kir.
Em gelekî xemgînin."
"Salih Muslim yek ji wan kesane ku di şoreşa Rojava de pêşengtî kiriye"
Piştre, li ser navê Meclisa Gel, Hevserokê Dîwana Meclisa Gel Elî Urek axivî.
Elî Urek got ku Şehîd Salih Muslim yek ji wan kesane, ku di Şoreşa Rojava de pêşengtî kiriye û xwedî kedek mezin û pîroz e.
Piştî bîranînê, ji bo Şehîd Salih Muslim, Komîteya Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê danîn.