Çekdarên Hikûmeta Veguhêz derdora Bendava Tişrînê topbaran kirin

Çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê derdora Bendava Tişrînê topbaran kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku duh komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji nuqteyên xwe yên li derdora bajarê Minbicê , Girê Syriatel û derdora Bendava Tişrînê bi topên giran topbaran kirin.

 

Li Dêrazorê di êrîşa çekdarên hikûmeta veguhêz de şervanekî QSD şehîd bû

Her wiha Ragihandina QSD´ê bi daxuyaniyekê din da xuyakirin ku komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz bi dronekê, êrîşî nuqteyeke wan a li gundê Merat ê herêma Heft Gundan a gundewarê rojhilatê Dêrazorê pêk anî.

Di encamê de, şervanekî QSDˊê şehîd bû û 9 jî birîndar bûn.

SOHR: Li Sûriyê di 9´ê cotmehê de 14 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê din ve Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku di 9´ê cotmehê de, li deverên cuda yê Sûriyeyê 14 kes jiyana xwe ji dest dane.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24