Di 31'ê adara 2026'an de, Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê peyama herî dawî ya Abdullah Ocalan belav kir.
Lê belê, televîzyona Ava Medya ya PDK'ê, ku wekî medyaya Serokê demborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tê zanîn, di dema weşana zindî de wêneyê Abdullah Ocalan sansûr kir.
Ev yek di nava gelê Kurd de bû sedema bertek û hêrseke mezin.
Bi taybet jî di medya dijîtal de bertekeke mezin pêşket û bang li Ava Medya hat kirin ku ji gelê Kurd lêborînê bixwazin.
“Ev dijî yekîtiya gelê Kurd e, divê ji gelê Kurd lêborîn bê xwestin”
Têkildarî sansûrkirina wêneyê Rêberê PKK'ê ji aliyê Ava Medya ve, Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel bertekek tund nîşan da û wiha got:
"Sansûrkirina wêneyê Rêber Apo di dîroka rojnamevaniya Kurdî de şermeke mezine.
Eger hemû dijminên Kurdan li dijî gelê Kurd kom bûbana, ew ê şermeke bi vî awayî nekiribana."
Her wiha Tayîp Temel tekez kir ku ev kiryar Ava Medya kiriye li dijî yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd û divê ji gelê Kurd lêborînê bixwaze.