Di 27’ Sibatê de Rêberê gelê Kurd banga dîrokî ya "aşîtî û civaka demokratîk" kiribû.
Li ser wê bingehê duh Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê têkildarî "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" li Qendîlê daxuyaniyeke girîng dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vedikişin.
Têkildarî pêvajoyê gelek nirxwandin ji aliyê partî û siyasetmedaran ve tê kirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê û Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd li çar parçeyan dimeşîne ji bo demokratîkbûna herêmê pir girîng e.
Gulcan Kaçmaz Sayyigit li ser taybetmendiya bingehîn a înîsiyatîfa pirengî wiha got:
"Dema em dibêjin yekîtiya neteweyî, ne tenê ji bo Kurda ye, hemû gelan digire nava xwe."
"Modela Rojava mînaka şênber a jiyana demokratîk e"
Gulcan Sayyîgît da zanîn ku paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêberê gelê Kurd li dijî modernîteya kapîtalîst çanda jiyana hevbeş a gelan û baweriyan esas digire, modela Rojava mînaka şênber a vê yekê ye.
Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît got ku şert û merc rê bide divê rêxistinên civakî berfireh bibin û nabe ku mafên demokratîk wekî destkeftiyekî bên pêşkêşkirin.
"Dewletê hîn tu gavên yasayî neavêtiye, ev fikaran çêdike"
Li aliyekî din jî siyasetmedar Abdulbakî Erdogmûş, têkildarî biryara vekişînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê wiha lê zêde kir :
"PKK tişta dikeve ser milê xwe dike lêbelê aliyê dewletê hîn tu gavên yasayî neavêtiye. Ev jî rê li ber fikaran vedike."
Abdulbakî Erdogmûş destnîşan kir ku heke pêvajo bi erênî biencam bibe, wê demê dê biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî bên cîbicîkirin.
Di dawiyê de siyasetmedar Abdulbakî Erdogmûş tekez kir ku divê her kes tişta dikeve ser milê xwe bicih bîne.