Tenê di meha cotmehê de zêdeyî 20 kesan hatine kuştin, bi vê hejmara kesên ji destpêka salê ve li herêmê hatine kuştin, gihiştiye hezar û 118 kesan.
Her wiha li Humsê rewşa ewlehiyê tevlîhev e, bi awayekî rojana kuştin, talan û revandin berdewame û Hêzên Ewlehiyê derbarê parastina sivîlan de bê deng û bê tevger dimînin.
Ji ber ku tu hewldanên hikûmetê yên pêkanîna ewlehiyê nîn in welatî ji aliyên eleqedar dixwazin ji bo ewlehiyê erka xwe pêk bînin û ji bê helwestiya xwe derkevin.