Piştî hilweşandina rêjîma Baas, êrîşên Îsraîl li ser axa Sûriyê zêdebûne, lewma Amerîka xwest peymaneke aştiyê di navbera Hikûmeta Veguhêz û Îsraîlê de, îmze bike.
Gelek hevdîtin û hewldan çêbûn, lê heya niha ti peyman nehatine îmzekirin. Kanala televizyona i24NEWS'ê ragihand ku tevî danûstandinên ewlehiyê yên di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de, heya niha valahiyên girîng hene, hefteya bê ti rêkeftin nayê hêvîkirin. Her wiha diyar kir ti hevdîtin di navbera Serokwezîr Benjamin Netanyahu û Serokê Sûriyê Ehmed el-Şeri de jî, nayê li dar xistin.
"Kontrola herêma tamponê xala sereke ya nakokiyê ye"
Tevizyona I24NEWS da xuyakirin dibe ku di bin zexta Amerîkayê de, pêşketinek çêbibe, lê di dema niha de, ev derfet kême û xala sereke ya nakokiyê, kontrola herêma tampon li başûrê Sûriyê ye.
Berya demekê Idependent Arabia destnîşan kiribû ku her du welat nêzîkî peymaneke ewlehiyê ya "dîrokî" bûne, danûstandin wekî ku di qonaxên xwe yên dawî de bûn û ji %95ê zêdetir şert û mercan lihevhatinê, hatibûn kirin.
Îsraîl wê hikûmeta veguhêz nas bikra
Li gorî Idependent Arabia di wan li hev kirinan de, gelek xalên girîng hebûn ew jî ev in:
vekişîna Îsraîlê ji deverên ku piştî 8'ê Kanûna 2024'an desteser kirine, ji bilî du xalên leşkerî yên li serê Çiyayê Hermon, paşxistina pirsa Girên Golanê, pabendbûnên Sûriyê ji bo sînordarkirina çalakiyên bi Îranê ve girêdayî û pêşîgirtina li êrîşên li ser Îsraîlê ji axa Sûriyê, sozên Îsraîlê ku destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Sûriyê de neke û hikûmeta Serokê veguhêz, Ehmed Şeri nas bike.
Independent Arabia da zanîn ku hatibû plankirin ku Wezîrê Derve yê Sûriyeyê El Şaibanî, li Londonê bi Ron Dermer re, Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Washingtonê yê Sûriyeyê Tom Barrack re bicive, lê ev civîn pêk nehat.
Dudiliya Sûriyeyê pêvajo tevlîhevtir kir
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, dixwest bi xwe peymana di navdera her du welatan de, di merasîmekê de li Washingtonê ragihîne, lê dudiliya Sûriyeyê ji bo hevdîtina bi Netanyahu re, pêvajo tevlihevtir kir.