Nexşerêya çareserkirina aloziya Siweydayê ya ku ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hatibû ragihandin, tê redkirin.
Duh kampanya “mafê diyarkirina çarenûsê” li qada Kerame û gelek navendên din ên bajar û bajarokên Siweydayê dest pê kir.
Şêniyên ku tevlî kampanyayê bûn diyar kirin ku ew bendên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê di “nexşerêya çareserkirina aloziya Siweydayê ” de rêz kirine, red dikin û gotin: "Çarenûsa Siweydayê di destê xelkê wê de ye."
Hicrî: Em ê bi Şamê re danûstandinan nekin
Her wiha Rêberê Ruhanî yê Durziyan Hîkmet El-Hicrî ragihand ku ew ê bi Şamê re danûstandinan nekin.
Hikmet el-Hicrî destnîşan kir ku ji bo çareserkirina kirîza Siweyda guhertinên radîkal û lêpirsînên navneteweyî hewce dikin û wiha lê zêde kir: "Ez ji ber neşermezarkirina bûyerên ku li Sweydayê qewimîn pir xemgînim"
"Em daxwaza destûreke nû ku hemû pêkhateyên biparêzin, dikin"
Rêberê Ruhanî yê Durziyan Hikmet el-Hicrî daxwaza destûreke nû ku hemû pêkhateyên Sûriyê biparêze kir.
Li ser rêya Şam-Siweydayê alozî derket
Tevî ragihandina agirbetê jî li bajarê Siweydayê ewlehî û aremî çênebûye.
Herî dawiyê jî Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê (SOHR), ragihand ku endamekî “benda El Edliye” nehişt êlên Bedû derbasî Şamê bibin, lewma li ser rêya Şam-Siweyda alozî derket.
Êlên Bedû piştî wê, rêya Şam-Siweyda girtin û daxwaz ji şêniyan kirin ku vegerin malên xwe.
Her wiha duh Çekdarên Hikûmeta Veguhêz ji bajarokê Xirbet Semer, bajarokê Ara yê rojavayê parêzgehê topbaran kirin û der barê qurbaniyan de ti daxuyanî nehatiye dayîn.
Şerê Siweydayê di 13`ê tîrmehê de dest pê kiribû û piştî 7 rojan, agirbestek hatibû ragihandin, lê heya niha ew agirbest bi temamî nehatiye bicihkirin.