Mesrûr Barzanî û Erdogan civiyan

Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokkomarê Tirkiyê Erdogan civiyan. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêvajoya li Tirkiyê û geşedanên herêmê hatin gotûbêjkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Recep Tayyîp Erdogan re li Nivîsgeha Xebatê ya Koşka Dolma-bahçeyê ya Stenbolê civiyan.

Di civînê de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Al-par-slan Bay-rak-tar, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û serokê MIT`ê  Îbrahîm Kalin jî amade bûn.

Serokatiya Ragihandinê ya serokkomariya Tirkiyê li ser hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî da û got:

"Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji ber êrîşên Îranê yên li ser Hewler û Îraqê gelekî xemgîn e.

Ew tu carî naxwazin pevçûn li herêmê belav bibe.

Di van deman de piştevaniya me ya li Herêma Kurdistanê wê berdewam bike.

Ji bo ku pêvajoya li Tirkiyê bigihêje armancê, em biryardar in."

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku aramiya li Îraqê wê  bandorê li herêma Başûrê Kurdistanê jî bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye