Civîna Konseya Veguhestinê ya Dewletên Commonwealthê (CIS) di 28'ê mijdarê de, li Bakuyê bi beşdariya rêvebirên giştî û şandeyên ji 15 Dewletên Commonwealthê ve, pêk hat.
Rêvebirên giştî yên rêhesinên Îran, Komara Azerbaycan û Federasyona Rûsyayê ji bo avakirina hevkariyeke demdirêj û sûdmend ji bo herdu aliyan bîrnameya têgihîştinê îmze kirin.
Armanca sereke ya bîrnameya têgihîştinê ev e:
Danîna bihayên sabît ji bo veguhastina barhilgir li ser rêya rojava ya korîdora navneteweyî ya Bakur-Başûr e.
Bi îmzekirina vê bîrnameyê, her sê welatan pabendîbûna xwe ya bi hevkariya du alî û piralî ya domdar û sûdmend a hevbeş piştrast kirin.