Li Îranê 2 girtî hatin darvekirin

Dewleta Îranê du girtiyan bi navên Subhan Ceiferî û Mihemedkerîm Muradî li girtîgehên Xuremava û Kirmaşanê bidarve kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî rapora ku gihaye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 29'ê Mijdara 2025'an, sizayê darvekirina girtiyekî Lor ê bi navê Subhan Ceiferî, li girtîgeha navendî ya Xuremavayê hate bi cî kirin.

Ev girtî berê bi hinceta  madeyên hişber hatibû girtin û Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ji bo wî cezayê  darvekirinê dabû.

Di heman rojê de, girtiyekî Kurd ê bi navê Mihemedkerîm Muradî, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hat darvekirin.

Ev girtî çar sal berî niha bi hinceta kuştina bi qest hatibû binçavkirin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Heta niha nûçeya darvekirina van her du girtiyan di medyayên hikûmetî û medyayên girêdayî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye