Li gorî agahiyên ji herêmê li gundewarê Idlibê kesekî 2 zarokên xwe bi awayekî hovane êşkence kirin.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku di encamê de zaroka 12 salî jiyana xwe ji dest da û birayê wê 8 salî jî ji ber îşkenceya bavê wî lê kiriye rakirin nexweşxaneyê.
Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan rahgihand ku bavê zarokan ku guman heye ku madeyên hişbirê bi kar tîne, di çend rojên dawiyê de zarokên xwe bi awayekî hovane êşkence kirine.
Li ser laşê zarokan şûna gelek birînên ji ber êşkenceyê hebûn.
Ev ne cara yekemîn e ku sûcên wiha li herêmên hikuumeta veguhêz a Sûriyê tên kirin.