Li cîhanê, Îran cihê xwe di rêza herî pêş di nava wan welatan de digire yên ku binpêkirinan li dijî mirovan pêk tînin.
Daxuyaniya hevbeş bi vî rengî ye:
Bi fikarek kûr li ser binpêkirinên mafên mirovan ên zêde û sîstematîk ên Komara Îsalmî ku li ser gelê Îranê tên kirin.
Em Ji Civata Giştî ya ku rola bingehîn di parastina armanc û prensîbên Peymana Neteweyên Yekbûyî de dilîze, dinivîsin.
Em dixwazin bi vê daxuyaniyê, balê bikşînin ser encamên tirsnak ên sê raporên fermî yên ku di çarçoveya pergala Neteweyên Yekbûyî de hatine pêşkêş kirin.
Rapora Sekreterê Giştî yê NY, rapora Reportorê Taybet li ser rewşa mafên mirovan li Îranê û rapora Mîsyona Lêkolîna Rastiyan a Navneteweyî ya Serbixwe.
Her 85 rêxistinan daxwazên xwe ji NY re şandin
Di daxuyaniyê de her 85 rêxistinan da zanîn ku rastiya ku di van raporan de tê nîşandan, bi tevahî li gorî tiştên ku rêxistinan rojane bi rêya têkiliya rasterast bi qurbanî, girtiyên siyasî û malbatên wan re dibînin, pêşkêş dike.
Daxuyaniya hevbeş bi van xwestekan bi dawî bû:
Pêşnûmeya biryarnameyê li ser rewşa mafên mirovan li Komara Îslamî ya Îranê bi piştgiriyek berfireh û zimanek xurt were pejirandin.
Şandina binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê ji bo lêpirsînê û darizandina li gorî peymanên naskirî yên Neteweyên Yekbûyî.
Tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya civaka sivîl a Îranê were kirin, di nav de parêzvanên mafên mirovan, çalakvanên mafên jinan, rojnamevan, parêzer, çalakvanên karker û endamên civakên bi taybetî bê parastin ên wekî kêmneteweyên etnîkî û olî.
Her wiha bang li hikûmeta Îranê bê kirin ku tedbîrên berbiçav û bibandor ji bo parastina mafên wan bigire.
Serbestberdana hemû girtiyên siyasî, bidawîanîna darvekirinan û bidawîanîna tepeserkirina tundûtûj a xwepêşandanên aştiyane, bi giringî bê şopandin.
Ji bo misogerkirina parastina belgekirina binpêkirinên berbelav, divê piştgiriya damezirandina mekanîzmayên serbixwe ji bo kontrolkirina rastiyan û parastina delîlan were kirin.