Îro Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam, di derbarê êrîşên li ser Libnanê de daxuyaniyek da.
Newaf Selam di daxuyaniya xwe de, got ku ew li ser rawestandina şer û vekişîna Îsraîlê bi tevahî ji Libnanê, dixebitin.
Her wiha Serokwezîrê Libnanê diyar kir ku ev yek jî wê bi rêya danûstandinan pêk bê.
Ev daxuyanî du roj berî danûstandinên rasterast ên ku pêwîst e di navbera Libnan û Îsraîlê de li Washingtonê pêk were, tê.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku şer hîn jî li herêma ku wî wekî "herêma ewlehiyê" li başûrê Libnanê bi nav dike, didome û wî piştrast kir ku operasyonên leşkerî li ser erdê berdewam dikin.
Ji 2yê Adarê ve, du roj piştî destpêkirina êrîşa Amerîka-Îsraîlê ya li ser Îranê, piştî ku Hizbullah di bersiva kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî de mûşek avêtin Îsraîlê, di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de şer didome.
Li gorî Wezareta Tendirustiyê, ji wê demê ve, Îsraîlê herî kêm 2020 kes li Libnanê kuştine, di nav wan de 248 jin, 165 zarok û 85 karmendên bijîşkî û awarte hene.
Roja Çarşemê, Îsraîlê mezintirîn pêla êrîşên xwe yên hewayî li ser çend deverên Libnanê, bi taybetî li ser Beyrûtê, da destpêkirin.
Li gorî rayedarên herêmî tenê di vê êrîşê de, zêdetirî 350 kes hatine kuştin.
Lê belê, artêşa Îsraîlê idîa kir ku di êrîşan de "zêdetirî 180" şervanên Hizbullahê hatine kuştin.