8'emîn Konferansa Diyaloga Bexdayê ji bo nirxandina kar û xebatên hikûmeta Îraqê yên di 100 rojî de, di roja 2'yem de dewam dike.
Konferans bi dirûşma "100 roj di ser avakirina hikûmetê re, Îraq ji birêvebirina krîzan ber bi avakirina hevkariyên stratejîk ve" tê lidarxistin.
Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî di konferansê de, der barê avakirina dewletê de axivî û armancên xwe wiha anîn ziman:
"Armanca me avakirina "dewlet û saziyan" e, ne tenê avakirina hikûmetê ye û ji bo misogerkirina bêalîbûna çaksaziyê ji bo xula duyem a kabîneyê
ez nabim berbijêr.
Îraq hewl dide ku hinardekirina petrolê rojane bighîne 8-10 milyon bermîl.
Îraq ji qada pevçûnê veguheriye pira dan û standinan di navbera hêzên herêmî û navdewletî de."
Serokê parlementoya Îraqê Heybet Helbûsî jî beşdarî konferansê bû û wiha behsa dosyayên gendelî û komkirina çekan di destê dewletê de kir:
"Ti pevçûn ligel komikên çekdar tune ye, dawiya îlona bê
destpêka sînordarkirina çekan di destê dewletê de ye.
Sînordarkirina çekan di destê dewletê de destûrî ye û ev tişt dê pêk bê.
Gendelî fesadî bûye sîstemek û parlemento
di hesabxwestina ji gendelan de berdewam e.
Operasyona li dijî gendeliyê bi piştevaniya hemû aliyên siyasî berdewam e."
Di çalakiyên roja duyem a konferansê de Serokkomarê Îraqê Nîzar Amîdî behsa qeyranên li herêmê rû didin kir û ev tişt anî ziman:
"Îraq piştî Îranê, yek ji ziyandîtirîn welatan ji şer e.
Pêwîste Îraq nekeve nav şerê li herêmê,
û biryara sînordarkirina çekan di destê dewletê de biryareke Îraqî ye
û ti destwerdana derve yan pevçûnê di nav xwe de nagire."
Nîzar Amêdî: Pêşmerge ne parçeyek ji dosyeya komkirina çekan e
Serokkomarê Îraqê Nizar Amêdî di beşekî nirxandinên xwe de jî bal kişand ser dosyeya komkiran çekan û diyar kir ku ji bo ew kom çêkên xwe radest bikin, pêwîstiya wan bi diyalog û jihevfêmkirinê heye.
Zeydî pirsa gelo dê pêşmerge jî dosyeya komkirina çekan bandor bibe wiha bersivand?
“Pêşmerge hêzeke destûrî ye û parçeyek ji sîstema berevaniyê ya Îraqê ye,
ew ne parçeyek e ji dosyeya komkirina çekan di destê dewletê de ye.
Der barê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Îraqê de Amêdî got:
Hevpeymanî li ser daxwaza Îraqê ji bo rûbirûbûna DAIŞê hat, îdî Îraq pêwîstî pê nîne, di 30yê îlonê de vedikişin.
Li gorî rêveberê peymangeha Îraqî ya diyalogê 100 roj ji bo nirxandina karê hikûmetê ne têrker e û tişta di nava 100 rojên borî de bû weke qonaxa damezrandinê ye.