Îsraîlê baregehên leşkerî yên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku weke bersiva êrîşên li ser sivîlên Durzî baregehên leşkerî yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê yên li başûrê Sûriyê bombebaran kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek da û got:

 

 "Çek û navenda fermandariyê ya li kompleksên leşkerî yên li başûrê Sûriyê hatin bombebarankirin."

 

Artêşê, diyar kir ku êrîşên li ser Durziyan tolere nakin her wiha, ji bo parastina wan û şopandina rewşa li herêmê wê operasyonên xwe dewam bikin.

 

Fermandariya Hêzên Muhafizên Neteweyî yên Siwêdayê di 19'ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di encama êrîşên li herêma Siwêdayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, 4 kes jî birîndar bûne.

 

Her wiha 19 kes jî  hatin revandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye