Li Siweydayê hezar û 311 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku heya niha hezar û 311 kes di şerê li Siweydayê de hatine kuştin û herî kêm 2 hezar kesên din jî birîndar bûne. Bi deh hezaran kes jî, koçber bûne, ew koçber daxwaz dikin ku rewş aram bibe, da ku vegerin nav mal û milkên xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Agirbesta ku li parêzgeha Siweydayê ya li başûrê Sûriyeyê hatiye ragihandin, tê binpêkirin.

Her ku diçe rewşa Siweydayê girantir dibe. binpêkirina mafên mirovan gihiştiye asta herî bilind.Tevî ewqas kuştin û talankirin, heya niha jî sûcdar serbest tev digirin. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) eşkere kir ku li Siweydayê, di nava 10 rojan de, hezar û 311 kes hatine kuştin.

(SOHR) da zanîn ku 637 ji welatiyên Siweydayê hatine kuştin, di nav wan de 6 zarok in û 16 jî jin in. 456 ji hêzên girêdayî hikûmeta Şamê hatin kuştin, di nav wan de, 32 kes ji eşîrên Ereban e.

 

Li Siweydayê piraniya kuştiyan sivîl in

 

Di dema êrîşên heweyî yên Îsraîlê bi ser Şamê de 15 leşkêrên hikûmeta Şamê û 3 kesên sivîl  hatin kuştin. 

Di pevçûnên Siweydayê de rojnamavanek jî hatiye kuştin.

196 kes di nav de, 28 jin, 8 zarok û kesên ku bi temen mezin jî di encama gulabarana komên çekdar yên girêdayî Şamê hatine kuştin.

 her wiha 3 kesên sivîl ji eşîrên Ereban ji aliyê çekdarên Durzî ve hatine kuştin.

 

Kuştin û talankirin li Siweydayê didomin

 

Li Siweydayê di bin navê hûn Durzî û kafir in hemû tişt ji xwe re rewa dîtin. Dest bi kuştin, eşkence û talanê kirin . Her wekî din hat zanîn ku mirov li ser nasnameyên xwe ya mezhebî tên hedefgirtin, di heman demê de hemû alî hevdu sûcdar dikin.

 

Mal hatin talankirin û jin hatin revandin

 

Li gorî çavkaniyên xwecihî, komên ku derbasî Siweydayê bûne bi armanca dizî û ravandina jinan bû. Hemû tiştên ku wan li ser riya xwe didîtin weke mal, milk û firoşgehan ji xwe re weke "xenîme" didîtin. Her wekî din jî bi hinceta jinan derbasî ciheke ewle bikin ew li erebeyan siwar dikirin û direvandin, di bin navê "sebaya" de ji xwe re rewa dikirin.

Ev yek jî hin bûyer di dîrokê de qewimîne tînin bîra mirovan, weke Şengelê dema ku bi destê DAIŞê jinên Êzdî dihatin ravendin, niha jî bi navekî cuda ev tişt dubare dibin.

 

 Li Siweydayê nêzî 128 hezar kes koçber bûn

 

Ji ber zêdebûna tundiyê, Tîmên Parastina Sivîlan malbatên Bedewî ji Siweydayê vediguhêzin Derayê û alîkariyên mirovî ji wan re pêşkêş dikin, Neteweyên Yekbûyî jî dibêje 128 hezar kes koçber bûne.

Welatiyên koçberbûne hêvî dikin ku rewş di zûtirîn dem de ewle û aram bibe û bajarê Siweydayê vegere wekî berê.

 

Şerê li Siweydayê 13`ê tîrmehê dest pê kiribû

 

Li gorî navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê SOHR piştî revandina bazirganekî Durzî tev erebeya wî li ser riya Şam – Siweydayê di êvara 13`ê tîrmehê de ji hêla hin çekdarên girêdayî hikûmeta Şamê ve, şer li vê parêzgehê destpê kiribû.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24