Artêşa Dewleta Tirk 18 hezar car agirbest binpê kir

Navenda Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir ku tevî agirbestê jî artêşa dewleta Tirk êrişên xwe didomîne û agirbestê binpê dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

HPG'ê bi  daxuyaniyekê ragihand ku Dewleta Tirk di nava 3 mehên dawî de 18 hezar û 235 êrişên hewayî û yên bejahî pêk anîn.

Tevî ku Fermandariya Navendî ya Hêzên Parastina Gel ( HPG) di 1`ê Adara 2025`an de agirbest ragihand û (PKK) xwe fesih kir û dest bi pêvajoya têkoşîna siyasî kir jî, lê dewleta Tirk,êrişên xwe yên dijwar li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne.

HPG'ê da zanîn ku dewleta Tirk ji 1`ê Adarê heta 20`ê Hezîranê 18 hezar û 180 êrişên hewayî, topbaran û êrişên bi çekên qedexekirî, pêk anîne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye