Hêvî bû rastî: Vegera koçberên Serê Kaniyê piştî 7 salan dest pê kir

Piştî heft salan ji koçberî û hesretê, gava yekem a Peymana 29’ê Çile ket meriyetê; îro koma yekem a ji 410 malbatan pêk tê, ji bo vegera li Serê Kaniyê ketin ser rê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pêvajoya vegera bi deh hezaran koçberên ku di 9'ê Cotmeha 2019'an de, piştî dagirkirina Serê Kaniyê ji aliyê komên çekdar ên Artêşa Neteweyî ya Sûriyê ve hatibûn koçberkirin, îro bi fermî dest pê kir.

Koma yekem ku ji 410 malbatan pêk tê, vê sibehê ji xala hevdîtinê ya li Tiwêna ber bi mal û milkên xwe yên li Serê Kaniyê ve bi rê ket.

Ev gava dîrokî di çarçoveya "Peymana 29'ê Çileya 2026'an" de tê avêtin. Ev peyman di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hatibû îmzekirin. Di xala 14’emîn a vê peymanê de, vegera ewledar a koçberên herêmên wekî Efrîn, Şêx Meqsûd û Serê Kaniyê hatibû garantîkirin.

Her wiha hatibû biryardan ku rêvebirên herêmî di rêveberiyên sivîl ên van herêman de werin tayînkirin. Beriya niha vegera li Efrînê di meha Adarê de dest pê kiribû û bi dawî bûbû; îro jî dor hat ser bajarê Serê Kaniyê.

Koçberên Serê Kaniyê ku piraniya wan Kurd û pêkhateyên din ên herêmê ne, piştî dagirkeriya 2019'an zêdetirî heft salan di şert û mercên giran ên kampan de jiyana xwe berdavam kirin.

Li gûndewar û navenda Bakur û Rojhilatê Sûriyê, niha nêzî 14 hezar malbat (ku dike qasî 80 hezar kesî) bi bêhnfirehî û bêsebrî li benda roja vegera li ser xaka xwe ne. Koçber hêvî dikin ku ev pêvajo bê pirsgirêk berdewam bike da ku hemû malbat vegerin ser malên xwe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye