Koma 3`yemîn a koçberan wê 8'ê mehê vegere Efrînê

Çavkaniyên ji Meclisa Koçberên Efrîn-Şehbayê eşkere kirin ku komeke din a koçberan dê di 8'ê vê mehê de vegere Efrînê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji Meclisa Koçberên Efrîn-Şehbayê ya li bajarê Qamişloyê ji ANHA`yê re ragihandin ku amadekariyên vegera koma 3'yemîn a koçberên ji Efrînê tên kirin.

Çavkaniyan eşkere kir ku koma 3'yemîn a koçberan ji nêzî 200 malbatan pêk tê û dê roja çarşemê (8 Nîsana 2026) ber bi Efrînê ve birêkeve.

Duh koma duyemîn a koçberan ku ji 200 malbatan pêk dihat, ji saetên sibehê ve ji herêma Cizîrê bi rê ketibû û di saetên êvarê de gihîştibû Efrînê.

Koma yekemîn jî ku ji 400 malbatan pêk dihat, di 9'ê adara îsal de vegeriyabû Efrînê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye