Ocalan: Ez bawerim hûnê bibin jinên pêşeng ên polîtîk

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya 8'ê Adarê nameyek ji jinan re şand, tê de got: "Ez pêşketinên we wek “serdema qehremaniya jin” dinirxînim, bila ev bersiva herî xurt ji kujerê kastîk ê serdemê re be."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan, Damizrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan peyameke siyasî û hem jî felsefî pêşkêşî jinan û civakê dike.

Abdullah Ocalan bal dikşîne ser rola jinan û girîngiya pêşengtiya wê di nava civakê de.

 

'Jin pêwîst e kesayeta xwe polîtîk bike'

 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da zanîn ku hêza bingehîn a pêvajoyê jin in û wiha got:

"Pêwîst e jin bi awayekî xweser kesayeta xwe polîtîk bike.

Li şûna nêzîkbûnên hestewar, divê jinbûneke polîtîk derkeve pêş.

Ger rastiya polîtîk nebe, mirov nikare nefes jî bigire."

 

'Ez bi îradeya we bawer im'

 

Damizrînerê PKK'ê destnîşan kir ku jinan, ji hêla azadî û rêxistinbûnê ve asteke girîng bi dest xistine û wiha axivî:

"Pêwîst e hûn ji bîrdoziya rizgariya jinê biçin polîtîkbûna rizgariya jinê.

Ez bawerim hûn ê bibin jinên pêşeng ên polîtîk."

 

'Pêwîst e em evîna platonîk tercîh bikin'

 

Rêberê PKK'ê bi bîr xist ku pêwîst e têgeha ku ew dibêje "evîna platonîk" şaş neyê fêmkirin û wiha pê de çû:

"Evîna platonîk îdealîzekirina tişta ku nayê realîzekirin e.

Îdealîzma evîna platonîk ji realîzma evîna pratîk binirxtir e.

Pêwîst e em evîna platonîk tercîh bikin."

 

'Serdema qehremaniya jinan bersiva herî xurt e'

 

Damizrînerê PKK'ê bal kişand ser pêşketinê jinan wiha giringî daye axaftina:

"Ez pêşketinên we wek “serdema qehremaniya jin” dinirxînim û we pîroz dikim.

 Jiyana we ya bi qehremanî tekez pir etîk û estetîk e.

 Ev bersiva herî xurt ji kujerê kastîk ê serdemê re ye."

 

'Rastya jinan zimanê gerdûnê digire'

 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herî dawî di peyama xwe de got ku heya ew negihêjin sirrên rastîn ên jiyana jinê, ew nikarin zimanê gerdûnê bigirin û wiha qedand:

"Hêvîdar im sal û hemû dostên ku pirsa min dikin bi wate barkiribin

bi hezkirin û evînê şax vedin û bi rêzdarî we silav dikim."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye