Ji bo serlêdana 4 ciwanên Rûbarokê biryara neşopandinê hat dayîn

Serdozgeriya komarê yê Şemzînanê careke din êşkencekar parast. Serdozgeriyê tevî dîmenên êşkenceyê û raporên lêdanan ên di çapemeniyê de hatine weşandin jî serlêdana 4 ciwanên Rûbarûkê bi hinceta leşkeran sînorên bikaranîna hêzê derbas nekirine û delîlên têrker tinene biryara neşopandinê da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serdozgeriya komarê yê Şemzînanê bi hinceta leşker sînorê bikaranîna hêz derbas nekirine û delîlên têrker tunene” biryara neşopandina dozê da.

Ciwanên Kurd Serhat, Mahmut Serkan Taş, Ercan Ozmen û S. Taş di 25’ê tîrmeha 2023’yan de li herêma Navberojan a navçeya Rûbarok a Colemêrgê dema ku pezên xwe diçêrandin, rastî êşkenceya leşkeran hatin.

Leşkeran piştî êşkence gule li ciwanan barandin û wan birîndar kirin.

Piştre her çar ciwan bi hinceta "binpêkirina qanûna pasaportê  birin dozgeriyê û bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

 

Serdozgeriyê ser êşkenceya leşkaran nixumand

 

Her çar ciwanên ku yek jê hîn zarok bû roja bûyerê ji bo çêrandina pezên xwe derbasî herêma çiyayî bûbûn.

Li wir, pêşî ji aliyê leşkeran ve rastî gulebaran hatin, paşê jî ji aliyê bi dehan leşkerên ku ji qereqolê derketin ve rastî heqaret û êşkenceya fîzîkî hatin.

Ciwanên ku gefên kuştinê li wan hat xwarin û bi qûntarên çekan birîndar bûn.

 

Gundiyên ku şahidiya êşkenceyê kirin gihîştin cihê bûyerê û her çar hatin binçavkirin.

Tevî nerazîbûna gundiyan jî, ciwan nehatin berdan, heqaret û êşkence li qereqolê jî berdewam kir.

 

Dozgerîyê piştî 2 sal şûnde dîsa leşkerên Tirk parast!

 

Serdozgeriya Komarê yê Şemzînanê 2 sal şûnde bersiv da doza çar ciwanan.

Tevî ewqas dem di ser bûyerê de derbas bûye jî serdozgeriyê derbarê leşkeran de ti tişt nekir û bi hinceta  delîlên têrker nînin û leşker sînorê hêza xwe derbas nekirine, biryara neşopandinê da.

Dozgeriyê di biryara xwe de êşkenceya ku bi dîmenan hatibû piştrastkirin, bi îdîaya ku di dema girtinê de, van kesan li hember leşkerên li ser kar li ber xwe dan û hewl dan ku birevin da ku neyên girtin îşkenceker parast.

 

Ercan Ozman: Nêzîkî 20 leşkeran li me dan

 

Yek ji ciwanên ku bi êşkenceyê hatibû binçavkirin Ercan Ozmen diyar kir ku leşkeran bi eşkereyî êşkence li wan kirin û dozgerî ev yeke weke delîl nehesiband.

Beşeke îfadeya wî wiha ye: "Ji çêrandina pez dema ku em vedigeriyan malê, leşker li ser rêya me sekinîn û ji min û hevalên min re gotin ku rawestin. Dema ku leşkeran gotin rawestin, em jî rawestiyan, lê belê piştre bêyî ku bipirsin êrîşî me kirin."

Her wiha Ozmen di îfdeya xwe de anî ziman ku nêzîkî 20 leşkeran li wan dane.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24