Bi daxuyaniyeke nivîskî, amareke nû ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Parastina Şaristanî ya Herêma Başûrê Kurdistanê ve hat ragihandin, ku behsa wan kesan dike yên ku di nav avê de xeniqîne.
Li gor wê daxuyaniyê, bi tenê di 7 mehên vê salê de 43 welatiyên herêmê dema ku melevanî dikirin, di nav avê de xeniqîn, piraniya wan jî ciwanên nûhatî ne ku temenê wan li jêr 25 saliyê ye.
Di dawiya daxuyaniyê de, Rêveberiya Giştî bang li ciwanên Kurdistanê kir ku kesên ne melevan bila derbasî avê nebin û daxwaz ji malbatan kir ku zarokên xwe agahdar bikin û wan ji vê xeteriyê biparêzin.