Ji Lubnanê heya Kurdistanê, peyv û awazên wî sînoran derbas dikin.
Tevî koça wî ya dawiyê jî, lê navê Ziyad Rehbanî di nav hezkiriyên xwe de zindî dimîne.
Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Lubnanê Ebduselam Ehmed, li gel çalakvanên siyasî, di serdanekê de sersaxî ji malbata muzîkjen Ziyad Rehbanî re xwest.
Rêveberiya Xweser: Ziyad Rehbanî muzîk kir helwestek
Ebduselam Ehmed li ser navê Rêveberiya Xweser diyar kir ku Ziyad Rehbanî, muzîk kir helwestek, şano kir qada şer û peyv kirin xencer li dijî kirêtiyê û got: “Ew ne tenê hunermendek bû, lê ew wijdanekî zindî bû ku dema her kes bêdeng dibû, dengê wî bilind dibû.“
Ehmed piştrast kir ku Rehbanî girîngî dida gelên bindest, ji wan jî gelê Kurd.
TEV-ÇAND`ê jî sersaxî ji malbata Rehbanî re xwest
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê, têkildarî koça dawî ya hunermendê lubnanî Ziyad Rehbanî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Ziyad, kesayetiyek rewşenbîrî û hunerî ya bêhempa bû ku dengê xwe qet nexist bin bandora desthilatdariyê, lê belê ew bû dengek ji bo gel.
TEV-ÇAND: Ziyad Rehbanî li kêleka gelê Kurd disekinî
Her wiha Rehbanî di projeya neteweya demokratîk de, asoyek nû ji bo rizgariyê ji zordariya neteweperest û mezhebî û deriyek ji bo avakirina civakên azad, dadperwer û piralî dît.
Wî baweriya xwe bi ramanên rêbertî wekî pergalek rizgarker anî ku mirovahî, dadperwerî û azadiyê bi hev re dike yek û ew li kêleka gelên bindest, di serî de jî gelê Kurd, sekinî.
Ziyad Rehabnî di 26`ê tîrmehê de koça dawiyê kir
Ziad Rahbani di 31 berfanbara 1955'an de ji dayik bibû û di 26 tîrmeha 2025`an de jiyana xwe ji dest da, ew muzîkjen, şanoger û nivîskarekî Lubnanî ye, kurê hunermenda navdar Feyrûz û mûzîkjenê bi nav û deng Asim Rehbanî ye.
Bi helwestên xwe yên wêrek û rexneyên tûj ên li ser rastiyên siyasî û civakî yên li Lubnan û cîhanê dihat nasîn.
Mîrasa wî ya malbatî ya berfireh, rê li ber wî negirt ku rêyeke hunerî ya serbixwe bişopîne û îlhamê bide nifşekî ji hunermend û rewşenbîran.