Dorpêç û astenkirina alakiriyan ji bo Siweydayê ji aliyê Hikûmeta veguhêz a Sûriyê ve dewam dike.
Karwana netewyên yekbûyî dema ku ji Siweydayê ber bi Derayê ve diçû rastî êrîşekî çekdarî hat û di encamê de kesek birîndar bû.
Di heman mijarê de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)tevî ku piranî kesên di karwanê alikiriyê de karmendên navneteweyî ne jî, lê çapemeniya fermî ya girêdayî hikûmeta veghêz û kesayetên olî hewl dan vê yekê wek "koçberkirina xiristiyanan" ji Siweydayê nîşan bidin .
Hikûmeta Demkî rê nade alîkarî derbasî Siweydayê bibin
Çavkaniyeke taybet ê NY`yê eşkere kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi bihaneya ku “komên xwecih” nahêle ti rayedarekî hikûmetê bikeve bajêr, nehiştiye alîkariyên mirovî derbasî bajêr bibin.
Heman çavkaniyê destnîşan kir ku hikumeta veguhêz, heta derbasbûna karmendên NY`yê jî red kiriye, ji bo ku sûc û binpêkirinên li ser destê hêzên wê li dijî şêniyên bajêr çêbûne, belge nekin.
Li Siweydayê xizmetguzarî veguheriye karesatekê
Rewşa xizmetguzariyê ya li Siweydayê wekî karesatbar tê binavkirin.
Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê rewş wekî "tarî" bi nav kir û destwerdana lezgîn hewce dike.
Ji ber derman li nexweşxanayan xelas bûne û pêwîstiya herêmê bi alavên tendirustiyê hene.
Çavkaniyên ji Siweydayê dest nîşan dikin ku weke hêmanên bingehîn mîna nan, elektirîk û av nayê peydkirin.
NY ragihand ku di encamê Şerê dawî ya li Siweydayê 176 hezar kes koçber bûn û 1400 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.
Balafirên Îsraîlê careke din Siweyda bombebaran kirin
Hemwextî artêşa Îsraîlê li Siweydayê carek din bi balafirên şer êrîşî hêzên hikûmeta demkî yên Sûriyeyê kir.
Li gorî çavkaniyekê xwecihî ev êrîş li ser gundên Rîma Hazim û Sala ya girêdayî Siweydayê pêk hat.
Li gorî heman çavkaniyê di êrîşê de, hin navendên leşkerî û kombûnên çekdarên alîgirên hikûmeta demkî ya
Sûriyeyê hatine bombebaran kirin. Lê hejmarên kuştî û birîndaran nehatiye eşkerekirin.