Wezareta Edaletê ya Ûkraynayê ragihand ku di encama êrîşên hewayî yên Rûsyayê de, li ser girtîgeh û nexweşxaneyeke Ûkraynayê, herî kêm 20 kes hatine kuştin û zêdetirî 40 kesên din jî birîndar bûne.
Rayedarên Ûkraynayê eşkere kirin ku di êrîşeke hewayî ya Rûsyayê de, li Kîevê 8 kes, di nav de zarokekî sê salî, birîndar bûn.
Serokê Ûkrayna Volodîmîr Zelenskî ev êrîş şermezar kir û da xuyakirin ku Rûsya bi plan û zanebûn êrîşî ser sîvlan dike.
Berî vê yekê jî, serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kiribû ku eger Moskova di bidawîkirina şerê xwe yê li Ûkraynayê de ti pêşketinê nîşan nede, ew ê di nava deh rojan de dest bi ferzkirina cezayên nû li ser Rûsyayê bike.