Wezareta Pakistanê, diyar kir ku ew gelek caran ji rayedarên Efganîstanê re ragihandine ku divê axa Efganîstanê ji bo êrîşên li dijî Pakîstanê neyê bikar anîn.
Pakîstanê anî ziman ku Talîban gavên berbiçav ne avêtine, tenê hewl daye agirbestê dirêj bike.
Hikûmeta Talîbanê jî ev îdîa red kir.
Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd, got ku pirsgirêkên ewlehiyê yên Pakîstanê pirsgirêka wê ya navxweyî ye û Îslamabad hewl dide ku berpirsiyariya tevahî bixe ser Efganîstanê.
Wezareta Karên Derve ya Pakîstanê got:
"Têkoşîna li dijî terorîzmê hedefa me ya sereke ye."
Di hemand demê de Wezaretê diyar kir Talîbanê red kiriye ku endamên Tevgera Talîbana Pakistanê (TTP’ê) radest bike.
Wezareta Pakîstanê da zanîn ku kesên ku terorîstan dihewînin û piştgirîya wan dikin, ne dostên Pakîstanê ne.