Navenda Rêveberiya Afatê ya Srî Lankayê (DMC) îro ragihand ku nêzî 833 hezar kes ji cih û warê xwe koçber bûne.
Her wiha anî ziman ku 122 hezar kes jî li stargehên demkî dimînin.
Li gorî rayedaran li Srî Lankayê zêdeyî 20 hezar avahî bi temamî hilweşiyane.
DMC'ê da zanîn ku herêmên nizm ên li peravê Çemê Kelani hîn di nava avê de ne û got:
"Bagerê welat terikan dibe jî barana zêde van herêman di nava avê de dihêle."
Serokdewletê Srî Lankayê Anura Kumara Dissanayake ji bo rêvebirina krîzê duh rewşa awarte ragihand.
Di vê çarçoveyê de ji bo ku artêş alîkariyê bi karê lêgerîn û rizgarkirinê bike ji bo heremê hate veguhestin.