Lezgin

Darizandina Netanyahû wê hêzê bide Îran û Hemasê

reset font size increase font size

Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYE) Donald Trump anî ziman ku dewamkirina doza gendeliyê ya têkildarî serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ne ya qebûlkirinê ye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump dozgerê giştî yê Îsraîlê derbarê darizandina serokwezîr Netanyahû ji ber tewanên gendeliyê rexne kir û wiha got:

 “Ev hêza wî ya pêkanîna danûstandina bi her du tevgerên îslamî ya Filistînê Hemas û Îranê re lewaz dike.”

Trump di peyama xwe ya li ser malpera Truth Socialê de li beramberî darizandina Netanyahû gefa rawestandina alîkariya Amerîkayê bo Îsraîlê xwar û wiha axivî:

“Amerîka salane bi milyaran dolar ji bo piştgiriya Îsraîlê xerc dike, em ê tehamûla vê nekin.”

Li gorî nûçeya Reutters dozgeriya Îsraîlê sala 2019an Netanyahû bi bertîl, gendelî û binpêkirina bawariyê sûcdar kir, lê hemû vê red dikin. Darizandina wî di sala 2020an de, di 3 dozên cînayetî de dest pê kir.

Trump di parvekirina xwe de diyar kir tişta ku dozgerên dervayî kontrolê bi Netanyahû re dikin dînîtî ye. Wî anî ziman ku kirinên yasayî dê bandorê li hêza Netanyahû bi Hemas û Îranê re bike.  

Rustem Elîko

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24