Di xeta Îran-DYA'yê de rewşa nediyar serwer e

Hevdîtinên di navbera Tehran û Washingtonê de, ber bi rewşeke nediyar ve diçin. Piştî desteserkirina keştiyeke Îranî ji aliyê Amerîkayê ve, her du alî bêhtir tevlîhev bûn. Tengava Hurmizê careke din di krîzê de ye, gefên herdu aliyan dewam dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Agirbesta 2 hefteyan sibê bi dawî dibe.

Lê belê tûra duyem a di navbera Îran û DYA'yê de ku tê plankirin li Pakistanê bê lidarxistin, hîn jî di rewşeke nediyar de ye.

Rêveberiya Tehranê di asta heyî de tevlîbûna li hevdîtinan piştrast nekiriye.

Ev jî piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê DYA'yê dest danî ser keştiyekê, pêvajo hîn bêhtir tevlîhev bû.

Trump: Derxistina uranyûmê wê demdirêj û zehmet be

Serokê DYA'yê Donald Trump li ser kapasîteya nukleerê ya Îranê daxuyanî da.

Trump ragihand ku jiholêrakirina stoka uranyûma dewlemendkirî ya welêt wê pêvajoyeke "demdirêj û zehmet" be.

Tehran: Hin kaxezên nû hene em ê bi kar bînin

Ji eniya Îranê jî peyamên hişk hatin dayîn.

Serokê Meclîsa Îranê Mihammed Bakir Qalîbaf diyar kir ku eger şer ji nû ve dest pê bike, welatê wî "Wê li qadê bi kertên nû bilîze."

Qalîbaf destnîşan kir ku Îran di bin gefê de wê muzakereyan neke û wiha got:

"Di nava du hefteyên dawî de amadekariyên leşkerî hatine zêdekirin."

Vê daxuyaniyê fikar zêde kirin ku eger agirbest bi dawî bibe, wê şer ji nû ve mezin bibe.

Îran dixwaze dorpêça aborî ya DYA'yê bê rakirin û kontrola xwe ya li ser tengavê jî weke xaleke girîng a bazariyê bi kar tîne.

Serokê DYA'yê ragihand ku dorpêça li ser bendergehên Îranê tenê bi peymanekê dikare bê rakirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye