Japonya, wekî hevalbendek Amerîkayê, hewl dide ku bikaranîna têkiliyên xwe yên bazirganî yên bi Îranê re roleke mezin bilîze.
Wezîrê Derve yê Japonya tekez kir ku pêwîst e Îranê hevkariya xwe bi Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) re ji nû ve bide destpêkirin.
Wezareta Derve ya Japonyayê piştî bangê roja duşemê,(1ê Kanûnê) wiha got:
"Ji nû ve destpêkirina danûstandinên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de bi armanca çareserkirina pirsgirêka bernameya nukleerî ya Îranê bi rêya diyalogê çareserkirina wan girîng e."
Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Derve yê Japonyayê ji Îranê xwest ku "tavilê hevkariya xwe ya tevahî bi IAEA'yê re vegerîne."
Japonya hevalbendê Amerîkayê ye û her wiha têkiliyên bazirganî bi Îranê re didomîne.
Her wiha di sala 2015`an de Îranê bi hêzên mezin Dewletên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropî, Rûsya û Çîn re peymanek îmze kir û li hember rakirina dorpêçên aborî bernameya xwe ya nukleerî sînordar kir.
Lê di sala 2018`an de Trump ji peymanê vekişiya û dorpêçên tund ji nû ve danî.
Di vê salê de ango 2025'an de danûstandinên nerasterast di navbera Washington û Tehranê de, bi navbeynkariya Oman û Îtalyayê, çêbûn, lê belê pêşketina dihat xwestin nehat bidestxistin.