Artêşa Îsraîlê, ragihand ku îro, Balafirên wan, santrala elektrîkê ya Hazizê ya li paytexta Sanaa hedef girtiye.
Medyaya Hûsiyan ragihand ku di encama êrîşa Îsraîlê de, qutbûneke demkî ya elektrîkê çêbû.
Roja sêşemê hêzên Hûsî çar operasyonên leşkerî li dijî hedefên Îsraîlê li Heyfa, Negev, Eylat û Bîr Şebayê pêk anîne.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee daxuyaniyek li ser Xˊê parve kir û got, balafiran li kûrahiya Yemenê xistiye. Ev êriş weke bersiveke êrîşên Hûsiyan e.