Bakirhan: Diyar Bekir jî Hacibektaş jî wê azad bin

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi avakirina komîsyona li meclîsê, kete qonaxeke nû. Di derbarê pêvajoyê de Tuncer Bakirhan got ku pêwîstî bi hevrûbûnekî rastîn heye. Ozgur Ozel jî diyar kir ku divê di çareseriyê de vîna gel esas bê girtin. MHPê jî ji bo rêveçûna pêvajoyê xetên xwe yên sor diyar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh li bajarê Nevşehîr ê Tirkiyê merasîma bîranîna Hecî Bektaşî Welî birêve çû.

Di merasîma bîranînê de Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî ya CHP Ozgur Ozel axivîn.

Di axaftinên xwe de her duyan jî balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û peyamên girîng dan.

Tuncer Bakirhan ji bo pêvajoyê destnîşan kir ku ew bê Elewiyan ti çareseriyê qebûl nakin û wiha got:

“Ger maseyek hatibe danîn, lingê wê yê din Elewî û bindest in. Em eşkere dibêjin ku em ê pêvajoyek tenê ji bo Kurdan qebûl nekin. Dîyarbekir jî Hacîbektaş jî wê azad û wekhev bin. Em ê şev û roj bi biryar bi hev re bixebitin. Em ê welatekê ava bikin ku 72 milet bi heman nêrînê tên dîtin.”

 

Ozel: Çareserî dê bi vîna gel pêk were

 

Ozgur Ozel di axaftina xwe de diyar kir ku ev xebat ne yê partiyekî ye, vîna gele û wiha berdewam kir: “Ger çareseriyek bê, ev ne bi lutfê partiyek siyasî, lê bi baweriya gel a bi aşitî û biratiyê re tê.”

Ozel anî ziman ku wan paketeke demokratîkbûyînê ya ji 29 xalan pêk tê pêşkeşî komîsyonê kirine û got ev paket hem ji bo pirsgirêka Kurdan hem jî yê Elewiyan pêşniyaran dihewîne.

Ozel da diyar kirin ku pêşniyara wan heye lê gereke komîsyon guh bide komele, weqf, rêxistinên civaka sivîl û hemû beşên civakê.

 

MHP’ê xetên xwe yên sor diyar kirin

 

MHP jî li ser hîmê pêvajoyê bide fêm kirin civînên gel li dar dixe. Duh civîna duyemîn li Stenbolê pêk anîn. Di civînê de berpirsên MHP’ê axivîn.

Cîgirê Serokê Meclîsê Celal Adan axaftina vekirinê kir û da zanîn ku ev pêvajo ji bo bi dawîkirina “terorê” hatiye destpêkirin û dê pêvajo li meclîsê temam bibe.

Cîgirê Serokê Giştî ya MHP’ê Fetî Yildiz jî di axaftina xwe de diyar kir ku ev pêvajo înîsîyatîfke dewletê ye û got bila gûmana kesî tine be ku maddeyên destpêkê yên destûra bingehîn xeta wan a sor e.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24