Şera: Parçekirin axa Sûriyeyê ne mimkûn e

Ehmed El Şera îdia kir ku hin alî yekbûna axa Sûriyeyê naxwazin û kesên parçekirina axa Sûriyeyê dixwazin weke xeyalperest binav kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şera got ku kesên ku fikra parçekirina Sûriyeyê dikin, wekî cehaleta siyasî û xeyalperest binav kir.

Ehmed El Şera destnîşan kir ku ew tu xeteriya parçekirina Sûriyeyê nabîne û di nav hin kesan de, xwestek hene ku Sûriyeyê parçe bikin.

Şera anî ser ziman ku ev ji hêla mantiqî, siyasî û çandî ve ne pêkan e.

El Şera herî dawiyê bal kişand ser bûyerên dawî yên li Siweydayê tên jiyan kirin û tekez kir ku dewlet pabend e ku kesên binpêkirin li Siweydayê kirine wê hesab bidin.

Şera anî ziman ku “Îsraîl rasterast destwerdana li Siweydayê dike û Îsraîl hewil dide dewletê lewaz bike.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24