Wezareta Petrolê ya Îraqê: Em li benda asayîbûna çûn û hatina keştiyan in

Piştî lihevkirina Îran û Amerîkayê, Wezareta Petrolê ya Îraqê çavdêriya rewşa liv û tevgera keştiyan a li Tengava Hurmizê dike. Wezaret dibêje ku heke keştîvaniya deryayî vegere rewşa xwe ya berê, dê rêkarên hinardekirina petrolê û barkirinê dest pê bikin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku pargîdaniya (şirket) SOMO’yê çavdêriya rewşa liv û tevgera keştiyan a li Tengava Hurmizê dike.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Selîm Rukabî  ragihandiye ku gava vekirina Tengava Hurmizê hîna nû ye.

Selîm Rukabî: Rêkarên hinardekirina petrolê dê dest pê bikin

Pargîdaniya SOMO’yê bi hevahengiya li gel aliyên pêwendîdar, bi berdewamî çavdêriya rewşa keştîvaniya li deryayê dike.

Selîm Rukabî ev anî ziman:

"Hema ku keştîvaniya deryayî vegeriya rewşa berê, dê rêkarên hinardekirina petrolê û barkirinê dest pê bikin."

Peymana Amerîka û Îranê

Îran û Amerîkayê 18’ê hezîranê ji bo bidawîkirina wî şerê ku 28’ê sibatê di navbera wan de derketibû, peymaneke  îmze kir.

Li gorî naveroka wê, divê di nava 60 rojî de ev peyman bibe peymaneke fermî.

Piştî îmzekirina vê peymanê, Tengava Hurmizê ya li kendavê li ber tevgera keştiyan hat vekirin.

Berî şer, ji sedî 90’ê petrola Îraqê di vê tengavê re dihat hinardekirin.

Ji sedî 90'ê petrola Îraqê di Tengava Hurmizê re dihat hinardekirin

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê diyar kir ku dem û asta hilberandina petrolê li gorî qadên petrolê diguhere û ev yek jî ji ber çend sedemên diyarkirî ye.

Berî şer, Îraqê rojane zêdeyî 4 milyon bermîl petrol hildiberandin û ji wê tibabê zêdeyî 3 milyon bermîlî dihat hinardekirin.

Niha, hilberandina rojane nêzîkî 1,5 milyon bermîl petrol e.

Vekişîna pargîdaniyên petrolê ji Îraqê û rawestîna hinardekirina petrolê di Tengava Hurmizê re, wiha kir ku hilberandina petrolê ya li Îraqê ji tibaba berê heta nêzîkî 25% kêm bibe.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye