Hewlêr û Bexda li ser gumrikan gihîştin peymanekê

Hewlêr û Bexda li ser gumrikan gihîştin peymanekê û di pergala "ASYCUDA" de, zimanê Kurdî dê were zêdekirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de ya li ser gumrik û pergala ASYCUDA’yê, rê dide ku zimanê Kurdî li pergalê were zêdekirin û tarîfeyên gumrikê yên her du aliyan bibin yek.

Li gorî peymanê, ji bo çareserkirina pirsgirêka deriyên sînorî yên ku bi fermî nayên naskirin û avakirina salnameyeke çandiniyê ya hevbeş, dê komîteyek were avakirin.

Şandeya taybet a gumrik û pergala Sîstema Otomatîk a Amarên Gumrikê (ASYCUDA) ya Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê bi Rêveberiya Giştî ya Gumrikê ya Îraqê re li ser bicihanîna pergalê peymaneke ji 16 xalan îmze kir.

Tîmên her du aliyan jî ji bo ku ev peyman bibe fermî, dê berî û piştî civîna Encumena Wezîran a Aboriyê ya Îraqê bicivin.

Ji ber ku li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê pergala ASYCUDA’yê nedihat bicihanîn, bazirganan ji ber mercê bikaranîna vê pergalê nedikarî bi nirxê fermî yê Banka Navendî ya Îraqê dolaran bistînin.

Di Pergala ASYCUDA`yê de zimanê kurdî dê were zêdekirin

Di peymanê de hat diyarkirin ku Herêma Başûrê Kurdistanê ji bo tomarkirina pargîdaniyan di nav sînorên xwe de, dê xwedî desthilata tam be.

Rêveberiya Giştî ya Gumrikê ya Îraqê dê karmendên li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji bo bikaranîna pergalê perwerde bike.

ASYCUDA pergaleke elektronîk a navdewletî ye ku ji bo komkirin û parvekirina amarên bazirganî yên di navbera saziyên peywendîdar de tê bikaranîn.

Xaleke din a balkêş a peymanê, zêdekirina zimanê Kurdî ya li pergala ASYCUDA’yê û parastina kopyayeke amaran a li Ofîsa Teknolojiyên Agahdariyê ya Herêma Kurdistanê ye.

Ji bo ku ev peyman bikeve meriyetê, divê Encumena Wezîran a Aboriyê ya Îraqê wê bipejirîne.

Her du aliyan li ser yekkirina tarîfeyên nû yên gumrikî li hev kir

Her du aliyan li ser yekkirina tarîfeyên nû yên gumrikê yên li deriyên sînorî yên Îraq û Herêma Kurdistanê li hev kir.

Di pêşerojê de, her guhertinek ku di van tarîfeyan de were kirin, dê bi biryara hevbeş a her du aliyan be.

Her wiha di peymanê de hatiye diyarkirin ku her du alî dê herêmên gumrikê yên azad ên ser bi Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û hikûmeta federal nas bikin.

Ji bo diyarkirina rewşa deriyên sînorî yên ku heta niha bi fermî nehatine naskirin, dê komîteyeke hevbeş were avakirin.

Li gorî peymanê, dahatên gumrikê, bac, efûyên gumrikê û parastina hilberandina navxweyî dê di civîna Encumena Wezîran a Aboriyê ya Îraqê de werin gotûbêjkirin û biryara dawî li ser wan were dayîn.

Her wiha destûrên hinardekirin û hinardeyê yên Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û belgeyên fermî yên ku ji aliyê Rêveberiyên Tomarkirina Pargîdaniyan ên Herêma Başûrê Kurdistanê ve tên dayîn, dê li seranserî Îraqê derbasdar bin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye