Rêxistina Jin Ji Bo Edaletiyê bi pêngaveke bi navê “1Tree4Shingal” dest bi Komeleyekê kir.
Di projeya „1Tree4Shingal“ re, ku vê carê balê dikişîne ser Koço û Sîba.
Komele ji bo her Êzdiyekî/ê ku di Fermana li Şengalê ya di sala 2014`an de pêk hat, ku hatibe kuştin an wendayî ye, darekê diçîne.
Ew jî ji bo sembola bîranîn, rûmet, jiyan û hêviyê ye.
Rêxistina Jin Ji Bo Edaletiyê, diyar kir ku wê her darek kesekî temsîl dike ku çîroka wî divê qet neyê jibîrkirin û wiha lê zêde kir:
“Ev proje bîrdariyeke zindî diafirîne ku bîranîna qurbaniyan diparêze û di heman demê de hêviya nifşên pêşerojê sembolîze dike.”
Komele ji bo pêkanîna vê projeyê xwe dispêre piştgiriyê û ji bo alîkariyê bang dike.
Hat diyarkirin ku alîkarî wê heta 1`ê tebaxa 2026`an bê qebûlkirin.
Rêxistina Jin Ji Bo Edaletiyê, Rêxistineke bêqezenc e ku ji bo mafên mirovan, piştgiriya rizgarbûyan û çareserkirina sûcên tundûtûjî dixebite.
Her wiha piştgirîyê didin mexdûrên şîdeta li ser bingeha zayendî û ji bo perwerde, naskirin û bîranînê parêzvanîyê dikin.