Di navbera QSD`ê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, di 29`ê Çileyê de li ser bingeha entegrasyonê peymanek hat îmzekirin.
Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, derbarê pêvajoya entegrasyona hêzên leşkerî û nîqaşên li ser destûra nû û rewş YPJ`ê nirxandinên girîng kirin.
Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn da zanîn ku eger di vê pevajoyê de hemû pêkhate, reng, civak û jin neyên dîtin, istiqrareke temamî dê çênebe.
Rohilat Efrîn bal kişand ser têkoşîna YPJ`ê û diyar kir ku YPJ`ê wekî modeleke parastinê bûye mînak.
"Mafên jinan divê di destûra nû de bên parastin"
Rohilat Efrîn anî ziman ku divê di destûra nû de mafê jinan, bê dîtin û prastin.
Rohilat Efrîn bi lêv kir ku yek ji têkoşîna YPJ`ê ya herî mezin ew e ku li beramberî pergala desthilatdar û tundiya ku li ser jinan tê meşandine.
Herî dawî Rohilat Efîn bi peyva "Mafên jinan ne mijara 'paşê' ye, mijara îro ye," tekez kir ku divê di Sûriyê de mafê jinan bê garantîkirin.