Li Tirkiyê jin dê 11'ê Tîrmehê li parlamentoyê bicivin

Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min Bi Aştiyê Heye dê di 11'ê tîrmehê de li ber Meclîsa Mezin a Tirkiyê daxuyaniyekê bide. Înîsiyatîf dê careke din pênc daxwazên lezgîn ên ku berê pêşkêşî Parlamentoyê kiribûn bîne rojevê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min Bi Aştiyê Heye dê di 11'ê tîrmeha 2025'an de, salvegera merasîma ku Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe îmha kiribûn; li ber Deriyê Dîkmenê yê Parlamentoyê bicivin.

Daxuyanî, dê roja şemiyê 11'ê tîrmehê, saet 11:00`ê sibê were dayîn. 

Jin dê pênc daxwazên lezgîn ên ku berê pêşkêşî Parlamentoyê kirine dubare bikin û pabendbûna xwe ya ji bo şopandina van daxwazan tekez bikin.

Di dawiyê de înîsiyatîfê bang li hemû jinan kir ku beşdarî civîna li ber Parlamentoyê bibin da ku bi hev re îradeya aştiyê xurt bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye